Parlamenterê berê yê AKPê beşdarî CHPê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Mêrdînê yê AK Partiyê Suleyman Çelebî, beşdarî CHPê bû û ligel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civiya.

Partiya Gel a Komarî (CHP) ragihand, Kemal Kiliçdaroglu li navenda partiyê bi Suleyman Çelebi û kurê wî yê parêzer Mehmet Sait Çelebi re civiya. Kiliçdaroglu rozeta CHPê bi Suleyman Çelebi û kurê wî xist, ku beşdarê CHPê bûn.

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici, Endamê Meclîsa Partiyê Devrim Bariş Çelik û Şêwirmendê Kemal Kiliçdaroglu Abdurrahman Yarguci jî beşdarî civînê bûn.

Suleyman Çelebi, 5 heyaman parlamenteriya Mêrdînê kir. Heyamên 17emîn û 18emîn ji Partiya Rêya Rast,  heyamên 20emîn û 21emîn ji Partiya Anavatan û heyama 23emîn jî ji AKPê parlamenteriya Mêrdînê kir.