Nakokiyên di navbera CHP û DEM Partiyê de kûrtir dibin: ‘Here li karê xwe binêre!’

Hewlêr (Rûdaw) - Pêngava DEM Partiyê ya derxistina berbijêran li Stenbol, Enqere û piraniya  metropolên Tirkiyeyê di navbera wê û CHPyê de bûye sedema nakokiyan.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel roja duşemê ragihand ku stratejiya vê carê ya DEM Partiyê berovajî hilbijartinên xwecihî yên 2019an e û li ser windakirina berbijêrên partiya wan e.

Ozel îdia kir ku di navbera DEM Partî û AK Partiyê de hevahangiyek heye û got:

“Niha dema vexwarina çayên DEMkirî yên Erdogan û Bahçelî ye.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

“Stratejiya DEM Partiyê li ser windakirina me ye.

Niha dema vexwarina çayên DEMkirî yên Erdogan û Bahçelî ye.

Serokwekîlê Grûpa CHPyê jî roja çarşemê heman gotinên serokê partiya xwe dubare kirin.

Serokwekîlê Grûpa CHPyê Gokhan Gunaydin got:

“Beşdarî hilbijartinan bûn û dê ji xwe re bixebitin lê Ahmet Turk çi dibêje, dibêje, meseleya Kurd tenê bi AK Partiyê re pêkan e, ji ber ku Serok Erdogan e û ti bendewariyeke me ji CHPyê nîne.

DEM zêdetir çawa bîne ziman ku ligel AK Partiyê hevahengiyê dike lê nivîskarên AK Partiyî bi hev re dibêjin nexêr ew piştevaniya Ekrem Îmamoglu dikin.

“We bi AK Partî û MHPyê hevkarî kiriye?”

Hevserokê DEM Partiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bersiva Serokê CHPyê da.

Tuncer Bakirhan îdiayên hevahengiya partiya xwe ya bi AK Partiyê re red kirin û got:

“Yên ku çaya me vexwin divê hêjayî wê bin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Ozgur Efendî dibêje DEMê hevkarî bi AK Partiyê kir û bi mixalefetê dide windakirin. Ez niha ji we dipirsim CHPyê li hemû deverên Kurdistanê berbijêr derxistin an na? Belê derxistin.

Li Hekariyê derxistin belê? Baş e em li Hekariyê hevrikiya kê dikin? Em hevrikiya AK Partî, MHP, Ergenekon û hevpeymaniya gûran dikin ne wisa? Em ji Ozgur Ozel dipirsin baş e hûn li vê derê bi derxistina berbijêrên xizmeta Ergenekoniyan dikin? We bi AK Partî û MHPyê hevkarî kiriye?

Hûn dê li her derê berbijêran derxin û ev yek ji bo we maf e lê em li Stenbolê ku sêyem partiya mezin in berbijêran derdixin em dê hesabê bidin we? Here li karê xwe binêre.”

HDPya ku niha DEM Partî berdewamiya wê ye, di hilbijaritinên 2019an de bêyî şert û merc li metropolên Tirkiyeyê piştevaniya berbijêrên CHPyê kir.

CHPyê bi wê piştevaniyê di serî de Şaredariyên Bajarên Mezin ên Stenbol, Enqere û Antalyayê bi giştî 8 şaredarî ji dest AK Partiyê derxistin.

Niha ew piştevaniya berê nîne û 31ê Adarê rojeke zehmet a li pêşiya CHPyê ye.