Li Mereş û Manîsayê qeza: 4 mirî, 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mereş û Manîsayê di du qezayên trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Mereş û Dîlokê otomobîlek ji rê derkt, li otomobîleke din û sitûnê elekrtîkê da û wergeriya.

Di qezayê de kesekî can kesê bi navê Mustafa Kaykusuz canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Li Manisayê qeza: 3 mirî, 3 birîndar

Li aliyê din, li navçeya Akhisarê ya parêzgeha Manisayê li çarrêya Beyobayê, barhilgira ji parêzgeha Rihayê ya ku şofêrê wê M.R.C. bû û otomobîla ku şofêrê wê Cengiz Akalin bû li hev qelibîn.

Di encama bûyerê de Hafize Akalina 56 salî, Fatma D.ya 45 salî û Ayşe Dedeogluya 53 salî yên di otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Her du şofêr û kesê bi navê Îbrahim Halîl D. di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Akhisarê.

Hat zanîn kesên di otomobîlê de karkerên çandiniyê bûne.