AFAD: Piştî erdheja Mereşê 8 hezar û 550 erdhejên paşekî çêbûne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê AFADê amarên nû yên li ser erdhejên biçûk ango paşekî belav kirin.

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) Orhan Tatar diyar kir ku heta niha 8 hezar 550 erhejên paşekî çêbûne û got, “Hejmara erdhejên ku di nav 4 mehan de bên tomarkirin di van 17 rojan de çêbûne.”

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) Orhan Tatar roja Pencşemê 23ê Sibata 2023an derbarê hejmara erdhejên çêbûne de daxuyanî da û diyar kir ku navçeya Girînê ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê jî wek herêma karesatê ragihandine.

Orhan Tatar dibêje, “Piştî erdheja 6ê Sibatê 8 hezar û 550 erdhejên paşekî çêbûne. Her 3 xûlekan carekê erhejeke ku tê hîskirin çêdibe. Piraniya wan tên hîskirin. Di rojên pêş de jî dibe ku erdhejên paşekî yên ji 5 pileyan zêdetir çêbibin. Ji bo wê jî divê welatî ji avahiyên ku zerar dîtine dûr bikevin.”