Karayilan: Di operasyona Tirbeya Silêman Şah de serkeftinek leşkerî nîne
Navenda Nûçeyan - Endamê Konseya Rêveber a KCKê Murad Karayilan ragihand ku, dewleta Tirkiyeyê ji bo ku Tirbeya Suleyman Şah veguhêze him bi Yekîneya Parastina Gel (YPG) û him jî bi DAIŞê re lihev kiriye.
Murad Karayilan ji ANF re ragihandu, di operesyona dewleta Tirkiyeyê a Tirbeya Silêman Şah ti serkeftinên leşkerî tine ye, ji ber ku ti mijara rizgar kirinê tine ye, her tişt bi lihevhatinê hatî pêkanîn.
Karaylan anî ziman çekdarên DAIŞê, ji bo xwe ji êrişên asmanî yên hêzên hevpeymaniya navdewletî biparêzin, xwe li derdora wê qereqolê Silêman Şah bicih kiribûn û hin ji berpirsyarên wan jî diçûn nava wê qereqolê xwe bi cih dikirin.
Her wiha Murad Karayilan anî ziman ku, ew hêvîdarin ku hikûmeta AK Partiyê wê piştevaniya girîng a Kantona Kobanî ji bîr neke û dev ji dijminatiya kurdên wê derê berde û ambargoya li ser Kobani rake.
Karayilan da xuyakirin, ku li gorî daxuyaniyên Fermandariya Giştî ya YPGê, rayedarên dewleta Tirkiyeyê ji bo vê operasyonê bi rêveberên Kantona Kobanî, nûnerên YPGê û Hevserokatiya PYD'ê re 5 caran hevdîtin kirine û ji bo operasyona rizgarkirina leşkerên li Silêman Şah, ji wan destûr û destek xwestine.
Karayilan der barê veguhastina leşker û alavên li Tirbeya Silêman Şah bêyî şer û pevçûnan, ev nirxandin kir:
“Di dema çûyînê de hêzên DAIŞê xwe vedikişînin û bi ti awayî dest li leşkeran nadin. Diyare ku haya wan jî jê heye. Tê fêmkirin ku dewleta Tirkiyeyê ji bo operasyoneke hevpar ne tenê bi YPGê re, bi DAIŞ'ê re jî li hev kiriye."