Mensûr Barzanî bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re civiya

Civîna Mensûr Barzanî ya bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re / Wêne: Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Taybet ên Pêşmergeyan Mensûr Barzanî bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Fermandarê Hêzên Taybet ên Pêşmergeyan û Yekîneyên Gulanê General Mensûr Barzanî li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de civîna Fermandarê Hêzên Taybet ên Pêşmergeyan û Yekîneyên Gulanê General Mensûr Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand.

Li ser naveroka civînê ti zanyarî nehatin dayîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî 7ê Kanûna Paşîn a 2025an çûbû Enqereyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyabû.