Parlamentoya Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.

Pêşnûmeya ku erêkirina protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê guncav dibîne, di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hat qebûlkirin.

Di dengdana li parlamentoyê de ya ku 347 parlamenter beşdar bûbûn de, 287 dengên "erê" û 55 dengên "na" hatin bikaranîn.

Parlamenterên AK Partî, CHP û MHPyê dengên "erê" dan pêşnûmeyê.

Herwiha parlamentrên ÎYÎ Partî, Partiya Saadetê, Huda-Par, Partiya Ji Nû ve Refah, TÎP, Demokrat Partî û DSPyê dengên "na" bi kar anîn.

Swêdê piştî destpêkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê, bi Fînlandiyayê re biryar dabû ku tevlî NATOyê bibe lê belê Tirkiye li dijî endamtiya her du welatan derketibû.