Bursa: Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Çekdarê 11 salî û birayê wî berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Orhangaziyê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê 2 zarokên 11 û 14 salî de winda bûne.
Li gorî zanyariyan doh demjimêrên nîvro li navçeya Orhangaziyê ya Bursayê, zarokê 11 salî yê bi navê Çekdar Turksever û birayê wî Ugur Turkesever ji malê derketin û venegeriyan.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê ji bo dîtina her du zarokan xebat daye destpêkirin.
Hêzên ewlehiyê li kamerayên çavdêriyê dinêrin û hewil didin wan zarokan bibînin.
Bavê wan her du zarokan Mehmet Îhsan Turksever ragihand ku ew ji jiyana zarokên xwe nîgeran e û daxwaz dike demildest zarokên wî bên dîtin.
Li gorî zanyariyan Çekdar û birayê xwe berî niha jî ji malê çûbûn û piştî rojekê vegeriyabûn malê.