Bahçelî derbarê Ocalan û YPGyê daxuyaniyeke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî banga xwe ya ji bo Ocalan dubare kir û got ku divê di encama hevdîtinên li gel Îmraliyê de bidawîbûna PKKyê bê ragihandin.

Bahçelî her wiha got, divê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê YPG nemîne.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro li Merasîma Sertîfîkaya Serdema 20emîn a Dibistana Siyaset û Rêbertiyê ya partiya xwe axivî.

Bahçelî pêştir gotibû ku bila Ocalan bê li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de bidawîbûna PKKyê ragihîne.

Her wiha gotibû eger ev yek pêk bê bila ji bo wî rê li ber “Mafê Hêviyê” bê vekirin ku ev jî pêngavek e ji bo azadiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.

“Divê DEM Partî bibe partiya Tirkiyeyê”

Bahçelî di axaftina xwe de ew banga xwe ya ji bo Ocalan careke din dubare kir û got:

“Kurd birayên me ne û rêxistina terorê li her du cîhanan dijminê me ye.

Divê DEM Partî bêyî ku bibe amûra siyaseta îstîsmarê ya CHPyê bi gavên bi biryar li ser rêya meşa ber bi partîbûna Tirkiyeyê ve bimeşe.

Divê di encama hevdîtinên bi Îmraliyê re bidawîbûn û hilweşîna terorê di çarçoveya paşerojeke hevbeş û hezkirina mirov û millet de bê ragihandin.”

“Divê yek jî nemîne”

Bahçelî amaje bi rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û got:

“Divê li Sûriyeyê teqez cihê PKK/YPGyê tunebe, divê ev rêxistin çekên xwe teslîmî hikûmeta berwext a Sûriyeyê bike.

Yek terorîstek jî divê li ser sînorên me nefesê hilnede."

“Fetihkirina Qudsê jî nêzîk e”

Serokê MHPyê amaje behsa pêşveçûnên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî kir û got:

“Tel Evîva ku çavê xwe berdaye Şamê dê li Qudsê şeqama Osmaniyan bixwe.

Kesê hişê wî ne li serê wî be,  serê wî li ber lingan e. Yên ku çalakî û cêribandinên dînîkî dikin dê dawiya wan berhewa be.

Wê demê eger Şam hatibe fetihkirin fetihkirina Qudsê jî nêzîk e.”