Erdogan: CHP li dijî operasyonên me derdikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got, “CHP li dijî operasyonên me yên li başûrê welêt derdikeve, pêwendiyên CHP û PKKyê hene.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan doh di kongreya partiya xwe ya li Muglayê de berê rexneyên xwe da Partiya Gel a Komarî (CHP) û got ku ew bi PKK û YPGyê re di nava pêwendiyê de ye.

“CHP li dijî me derdikeve”

Erdogan derheqê êrişên welatê xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî got:

“Tirkiye ji bo ewlehiya sînorên başûr operasyonên xwe yên li derveyî sînor didomîne.

CHP li dijî me derdikeve. Tirkiye ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Deryaya Spî li Lîbyayê pêgehan bi dest dixe. CHP li dijî radiweste.

Tirkiye ji şerê Rûsya û Ukraynayê heta trajediyên Filistînê, derbarê hemû pevçûnan ji bo bilindkirina nirxên xwe gavan diavêje lê CHP li dijî radiweste."

“Pêwendiyên CHP û PKKyê hene”

Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku pêwendiyên CHP û PKKyê hene û got:

“Yek ji belgeyên herî girîng ên li ser van nêzîkatiyên CHPyê pêwendiyên wan ên baş in ku li gel rêxistinên wekî FETO, PKK û YPGyê çêkirine."