Mufredata nû dê zêdetir li ser zimanê Tirkî û olî be: Kurd û Elewî nerazî ne

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sîstema perwerdeyê di dema desthilatdariya AK Partiyê de cara 18an dê were guhertin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê mufredata nû wê zêdetir girîngiyê bide zimanê Tirkî û dersên dînî.

Kurd ji ber nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî, sazî û weqfên Elewiyan jî ji ber zêdekirina dersên olî ne razî ne.

Elewî bi daxwaza perwerdeya laîk û zanistî dê 10ê Kanûna Pêşînê li Stenbolê mîtîngeke berfireh li dar bixin.

Li aliyê din, xwendekar û dayik û bavên wan jî ji guhertinên di sîstema perwerdeyê de bêzar in.

9 sazî û weqfên Elewiyan daxuyaniyek da ku li dibistanan ji zêdekirina dersên olî ne razî ne.

Lewra Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn dabû zanîn ew dê ji bo sala perwerdeyê ya 2024-2025an bernameyeke/mufredateke nû bicih bikin.

Di vê mufredatê de jî dê dersên olî û dersên Tirkî jî bêne zêdekirin. Lewma Elewî li dijî sîstema perwerdeyê derdikevin û dixwazin ku perwerde laîk û zanistî be.

“Zarok bi perwerdeya tekparêzî û dînî tên mezinkirin”

Seroka Komeleyên Çandê ya Elewiyan Seher Şengunlu Yilmazê anî ziman:

“Em daxwaza welatîbûna wekhev, Tirkiyeya demokratik û perwerdeya laîk dikin. Di bin projeya ÇEDESê de dersên dînî zêde kirin. Perwerdeya dînî heta li pêşdibistanan jî bicihkirin.

Yanî zarokek dema dest bi perwerdeyê dike, bi perwerdeya tekparêzî û dînî tê mezinkirin.”

Elewî dê 10ê Kanûna Pêşînê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi navê, “Perwerdeya Laîk, Jiyana Mirovane û Tirkiyeya Demokratîk” mîtîngeke berfireh li dar bixin.

Her wiha saziyên Kurdên Elewî tevî daxwaza perwerdeya sekuler, daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî jî dikin.

Serokê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Mustafa Aslan anî ziman:

“Li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan û zimanên din dijminatî tê kirin.

Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî û zimanê baweriya wan ku Erebî ye, ti zimanekî din qebûl nakin.”

Nivîskar Munever Aydinê got:

“Ji feraseta di dîn de mecbûriyet nîne, hatin ser perwerdeya mecbûrî ya dînî. Ev yek şaş e.

Helbet divê mirov bên perwerdekirin lê perwerde li ser kîjan esasê bê kirin, ya girîng ev e.”

Li Tirkiyeyê di nav 18 salên dawî de sîstema perwerdeyê 17 caran hate guhertin. Herî dawî sîstem di sala 2017an de hate guhertin.

Sîstema perwerdeya Tirkiyeyê, perwerdeya mecbûrî ya 12 salî ye û ji 3 merheleyan pêk tê.

Êdî xwendekar û dayik û bavên wan ji guhertinên sîstema perwerdeyê bêzar in.

“Divê her kes karibe bi zimanê xwe bê perwerdekirin”

Welatiyê bi navê Harun Koçer got:

“Divê mimkûn be ku her kes karibe bi zimanê xwe bê perwerdekirin. Em li ser hev ji guhertina mufredatê nerazî ne.

Lewra zarokên me bê moral dibin û sere wan tevlihev dibin. Her wiha serê me dê û bavan jî tevlihev dibe.”

Sîstema perwerdeya Tirkiyeyê, li ser Tirkîtî û mezheba Henifî ya Sunî ya Îslamê hatiye avakirin.

Lewma zarokên netewe û bîr û baweriyên cuda di sîstema heyî de bi perwerdeyê tên bişaftin.

Ji ber vê yekê Kurd û Elewî li dijî sîstema perwerdeyê ya tekparêziyê derdikevin.