Li Stenbolê 142 polîs hatin desteserkirin, sedem bertîl e

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê bi tohmeta ku wan ji barhilgirên veguhestina bermahiyên avahiyan bertîl wergirtiye 142 polîsên Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê hatin desteserkirin.

Li Stenbolê, li dijî polîsên ku ji barhilgirên veguhestina bermahiyên avahiyan bertîl wergirtiye û rê daye ji mafê yasayî zêdetir bar veguhêzin operasyon hat kirin.

Di operasyonê de 142 polîsên Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê hatin desteserkirin ku piraniya wan polîsên trafîkê ne.

Kesên desteserkirî piştî karên îfadewergirtinê şandin dadgehê.

Dadgehê derbarê 39 polîsan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, polîsan ji barhilgirên ku ji kanên keviran bar vediguhêzin projeyên avahiyan bertîl standiye.

Van polîsan herwiha rê daye ku barhilgir barê ji mafê xwe yê yasayî zêdetir veguhêzin.