Dogu Perînçek li ser gotinên Bahçelî daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek li ser gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de got, "Ne Serokkomar, ne AK Partî, ne jî neteweperestek dibe şirîkê van pêşniyaran."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek bertek nîşanî gotinên Bahçelî da.

Dogu Perînçek derket pêşberî kamerayan û li ser mijarê wiha axivî:

"Di derbarê axaftina Bahçelî de tenê em dikarin tesbîta bêhişmendiyê bikin.

Ev kîjan qanûn, kîjan dewlet e? Lê belê, tenê dikare bibe qanûnên Amerîka û Îsraîlê.

Bahçelî cesaretê dide PKKyê, wateyeke wê ya din nîne.

Dema ku ev axaftin tên berdewamkirin ji xeynî mezinkirina PKKyê ti encameke din nayê.

PKK ji Bahçelî re li çepikan dixe. Ne Serokkomar, ne AK Partî, ne jî neteweperestek dibe şirîkê van pêşniyaran."

Perînçek îdia kir ku banga Bahçelî dê zererê bide nêzikatiya Tirkiye û Sûriyeyê û wiha got:

"Bahçelî plana Amerîka, Îsraîlê datîne ber Tirkiyeyê. Dê miletê Tirk vê planê qebûl neke.

Birêvebir û endamên MHPyê yên girêdayî miletê Tirk dê teslîmî vê planê nebin.

Ti hêviya miletê Tirk, dewleta Tirk, neteweperestên Tirk ji Devlet Bahçelî nîne.

Ew êdî li hêviya PKK û Amerîka-Îsraîlê ye. Ew di nava plana belavkirina hikûmetê, kaosa Tirkiyeyê de ye."

"Bahçelî rola ku jê re hatiye dayîn dilîze"

Perînçek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Hûn nikarin PKKyê ji nav destê Amerêkayê derxin.

Pêwendiya di navbera wan de stratejîk e.

Armanca wan ew e ku Tirkiye û welatên herêmê parçe bikin û bi nav Kurdistan, di esasê xwe de Îsraîla duyemîn ava bikin.

Bêyî Amerîka-Îsraîl PKK nabe. Bahçelî rola ku jê re hatiye dayîn dilîze.

Ew ne avakerê lîstikê ye, ew lîstikvan e.

Ji bo têkdana vê plana ku Bahçelî dehf dane ser dikê, em bangî hemû gelê Tirk dikin ku bi erka xwe rabin.

Partiya gelê Tirk, Partiya Vatanê ye.

Derbasdariya planên ku Apo piştgiriyê dide wan nîne. Derbasdarî ev e, dê DEM Partî were girtin.

Îhtimala ku Ocalan were Parlamentoyê axaftinekê bike sifir e.

Lê dê ev yek bibe, endamên DEMê wê biçin Îmraliyê. Çiqas dixwazin bila li wir ji hev re biaxivin."