Bahçelî, Ocalan vexwend Parlamentoyê: Erdogan çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan li ser gotinên Bahcelî yên derbarê Ocalan de got, "Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da gotinên Bahçelî û got:

"Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."

Recep Tayyîp Erdogan wiha axivî:

"Alozî û siyaseta kolanan ne tenê bi kesên ku serî li vê yekê didin, dê bi milet û hemû welat bide windakirin.

Mafê tu kesî nîne ku barê welatê me girantir bike. Ev gel ti carî kesên ku bikeve hesabên şexsî efû nake.

Girîng e desthilat û mixalefet, em hemû prîmê nedin şerê kelekvanan.

Helbet tiştê ku em rast nabînin em dê rexne bikin.

Em dê bersivê bidin êrişên li dijî partî û hikûmeta xwe lê dema ku van bikin, em dê hevsengiyê biparêzin û aramiya xwe biparêzin.

Em teqez li hemberî neheqiyê bêdeng namînin.

Em ji kesên ku pirsgirêka wan bi sirûda me ya neteweyî re heye û demokrasiya me xera dikin re nabêjin ser seran.

Em hêvî dikin her kes zanibe ku di paşeroja Tirkiyeyê de cihê terorê nîne.

Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî.

Em dixwazin bi hev re Tirkiyeyeke bê teror ava bikin."