Bahçelî: Bila Ocalan bê li parlamentoyê biaxive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Nîqaşên li ser “pêvajoya nû ya çareseriyê” piştî ku Devlet Bahçelî bangî Ocalan kir germtir bûn.

Devlet Bahçelî îro jî di komcivîna partiya xwe de li ser vê mijarê axivî û got, "Bila Ocalan bê li parlamentoyê biaxive."

Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo avêtina hinek gavan amade ne û got:

“Heger li ser mijara siyaset, welat û paşerojeke bêyî teror her kes li hev bike, em amade ne destê xwe bixin binê kevir, em bi hebûna xwe li holê ne.”

Bahçelî her wiha anî ziman ku eger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, bila di Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê de biaxive û bang bike ku PKK bi temamî qediyaye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.

“Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêngavên nû heye”

Bahçelî di komcivîna partiya xwe de wiha got:

“Pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi pêvajoyeke nû, bi xebitandina aqilê hevpar, bi pêngavên durist û jidil, bi helwesta li dijî ferzkirinên ji derve, zêdetir bihêzkirina biratiya hezar salî heye û divê hebe.

Pirsgirêka Tirkiyeyê, ne Kurd in, rêxistina terorê ya dabeşker e. Yek bi yek çareserkirina pirsgirêkên birayên min ên Kurd, helbet mecbûriyet e.

Lê çareseriyeke kolektîv û li ser nasnameya etnîkî xeteriyeke mezin e. Ti birayê min ê Kurd ku li vî welatî dijî nabe wekî pirsgirêk bê nîşandan.

Eger mirov bêje pirsa Kurd heye ev propagandaya hevpar a rûyên sexte ye ku Kurdan wekî pirsgirêk dibînin, gotinên derew, kesên li hêviya wêrankariyê û destikên emperyalîstên gerdûnî ye.

Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ti carî polîtîkaya asîmîlasyonê ji xwe re nekiriye armanc û qebûl nekiriye.

Pirsgirêka terora dabeşker helbet li welatê me gelek caran bûye ji destdana çavkanî, mirov û enerjiyê.

Teror cuda û siyaset cuda ye, heta xeta di navbera her duyan de neyê xêzkirin, dîwar neyê lêkirin û çek neyê berdan di serî de welatiyên Kurd, hemû welatiyên Tirkiyeyê nikarin bigihin asta baş a jiyanê.”

“Bi rêya çekdarî rêxistin nayê bidawîkirin”

Bahçeli her wiha amaje bi wê yekê kir ku, bi tena serê xwe bi rêya çekdarî PKK nayê bidawîkirin û bêyî çek jî mijar nayê çareserkirin wiha domand:

“Xala herî girîng a mijarê ev e: Qebûlkirina daxwazên rêxistina terorê ne serî tewandina li dijî gefan e, bi ser de jî ji bilî teşwîqkirina êrişên nû dê ti encamq wê jî nebe.

Lê li dijî çek û tundûtûjiyê nîşandana xwetewandina civakê çi qasî xelet be, neavêtina pêngavên demokratîk ên ji bo başkirina rewşa ku bûye sedema terorê jî ew qasî xelet e.

Ji aliyekî ve tekoşîn bê kirin û ji aliyê din ve reformên demokratîk û bicihkirina kiryarên civakî û aborî bijardeya herî rast e.”