Hevseroka HEDEPê: Em bi kesên me krîmînalîze dikin re kar nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari derbarê hilbijartinên xwecihî de got: “Em bi kesên me krîmînalîze dikin re kar nakin.”

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatimogullari derbarê pirsa Kurd, rojeva Tirkiyeyê, hilbijartinên xwecihî û şerê Îsraîl û Hemasê de ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

“Pirsa Kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê birîneke bixwîn e”

Tulay Hatimogullari got: “Eger Tirkiye dixwaze pirsgirêkên navxweyî çareser bike û xitimandinên di siyaseta derve de veke ji bilî çareserkirina pirsa Kurd ti rêyek nîne.

Pirsa Kurd li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê birîneke bixwîn e.

Ji ber ku li derve bi qelsiya mijara Kurd li ser maseyê rûdine û bi dîplomasiyeke xirab ji ser maseyê radibe.

Em vê yekê di peywendiyên Rûsya, Ewropa û welatên Rojhilata Navîn de dibînin.”

“Divê heyama durûtiyê biqede”

Hatimogullari derbarê siyaseta navxwe de rexne li CHPê girt û got:

“Divê hemû kes wekî xwe be. Divê siyaset li gor prensîban bê kirin.

Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeê ev e. Hemû kes durû ye. Divê heyama durûtiyê biqede.”

“Divê teqez em bi awayekî ji vê rejîmê rizgar bibin”

Hatimogullari derbarê hilbijartinên xwecihî de wiha axivî:

“Me hîn stratejiya xwe ya hilbijartinê diyar nekiriye.

Lê vê carê em siyaseta xwe ya li ser wendakirina rikeberê me hatibû avakirin diguherin.

Wekî berê nabe. Wê demê stratejiya rast ew bû. Tirkiye êdî rejîma niha bi vî awayî qebûl nake.

Divê teqez em bi awayekî ji vê rejîmê rizgar bibin.

Derbarê tifaqan de jî em bi kesên ku me krîmînalîze dikin û piştî em krîmînalîze dibin ji me re dibêjin `hûn krîmînalîze bûne, li cem me nesekinin` re kar nakin.”