HATAY - 5 welatiyên Sûriyeyê di golê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kumluyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, 5 welatiyên Sûriyeyê di golê de xeniqîn.

Li gundê Çatalhoyukê yê navçeya Kumluyê, 5 welatiyên Sûriyeyê ku ji bo avjeniyê ketin golê di golê winda de bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de termê 5 welatiyên Sûriyeyê ji nav golê hatin derxistin.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê termên 5 kesan birin morga nexweşxaneyê.