Serokwezîrê Tirkiyê: Referandûm ti xêrekî nagihîne birayên kurd

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim careke din daxwaz kir, giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê neyê kirin.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro 22-09-2017, piştî serdana xwe ya Turk-Îşê bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser giştpirsiya Başûrê Kurdistanê jî axivî.

 

Yildirim got: “Weke cîranên Iraqê, me û Îranê ragihand, ku dê encamên nerênî yên giştpirsiyê hebin lê heta niha kî ti guhertinek di biryara wan de nîne. Heta niha jî me encameke erênî wernegirt.”

 

Bînalî Yildirim giştpirsî weke “mijareke ewlekariya neteweyî” ya Tirkiyê binav kir û diyar kir: “Emê mafên xwe yên ewlekariya neteweyî bikar bînin. Ez dixwazin ji vir careke din bang bikim; hê jî dem derbas nebûye. Bila Barzanî dest ji vê evînê û pêdagiriyê berde.”

 

Serokwezîrê Tirkiyê amaje bi dijitiya dewletan a ji bo giştpirsiyê kir û da xuyakirin: “Xêra vê referadnûmê ji bo birayên me yên kurd jî nîne.  Divê nehêlin pirsgirêk bi ser pirsgirêkan de zêde bibin.”

 

Bînalî Yildirim behsa Kerkûkê jî kir û diyar kir: “Tevlîkirina Kerkûkê bo giştpirsiyê, karesateke din e.”