Komeleyeke olî bi hinceta dayîna xutbeya Kurdî hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiye kar û xebatên olî dikirin, bi hinceta ku bi Kurdî xutbe daye hat girtin.

Derbarê Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) bi hinceta dayîna xutbeyên Kurdî û çend çalakiyên olî doz hatibû vekirin û di rûniştina dozê ya di 28ê Hezîrana borî de Dadgeha Stenbolê biryara rawestandina karû û xebatên wê komaleyê dabû.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiye de belavbûne îro 22ê Temûza 2022ê hejmareke hêzên ewlekariya Tirkiye çûne avahiya Komeleya navborî ya li navçeye Şirînevler û deriyê wê mohrkirine û girtine.

Di doza Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) de 4 jê girtî 23 melayên di komeleyê de  endam tên darizandin.