Mihemed bin Selman gihîşte Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman gihîşte Enqere ya paytexta Tirkiyê û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdeogan re civiya.

Mihemed bin Selman bi merasîmekê ji aliyê Erdogan ve hate pêşwazîkirin.

Ev civîn di demekê de ye di Cotmeha 2018an de rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşikçi yê ku bi helwesta xwe ya dijî desthilatdarên Erebistana Siûdî dihat naskirin, di nava konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê de hatibû kuştin.

Kuştina Qaşikçi têkiliyên di navbera Enqere û Riyadê de ji hev xistibû û ji bo zêdetirî 3 sal û nîvan Mihemed Bin Selman jî ji medya û geştên navneteweyî dûr xistibû. Îstîxbarata Amerîkayê, Mihemed Bin Selman bi kuştina Qaşikçi tawanbar dike.

Piştî çend salan sarbûna têkiliyên wan ên dîplomatîk, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan meha Nîsanê serdana Erebîstana Siûdî kiribû û bi Şah û rayedarên payebilind re hevdîtin kiribû.

Tê çaverêkirin ku di encama hevdîtina Mihemed Bin Selman û Erdogan de jî gelek peymanên di warên bergirî û enerjiyê de bêne îmzekirin. Her wiha ji ber rewşa xerab a aboriya Tirkiyê, dibe ku di navbera bankên navendî ên her du welatan de peymana SWAP jî bê îmzekirin.