Erdogan: Qedexeya derketina derve bi temamî radibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneya xwe axivî û got: “Em dê ji 1 Temûzê û şûnde qedexeya derketina derve bi temamî rakin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan doh piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîn doh li Enqere hat kirin û 3 demjimêr û nîvan berdewam kir.

Erdogan piştî civînê ragihand ku di civînê de qedexeyên derketina derve yên Coronayê jî hatine gotûbêjkirin û got: “Ji 1 Temûzê û şûnde em dê bi temamî qedexeya derketina derve rakin. Me qedexeya derbarê muzikê de jî heta demjimêr 24.00 diyar kir. Bila kes li qisûrê nenêre, bi şev mafê kesî nîne ku kesî nerehet bike.”

Erdogan  tekez kir ku dê sînordarkirina geştên di navbera parêzgehan û otubus û otomobîlên nav bajêr de jî bi dawî bibe. 

Derbarê vaksînkirina welatiyên Tirkiyê de jî Erdogan got: "Ji îro şûnde hejmara dozên vaksîna ku hatiye bikaranîn gehiştiye derdora 43 milyon doz. Li gor hejmara akinciyan di nav welatên cîhanê de em yek ji wan welatan in ku di hefteyeke dawî de herî bêhtir vaksîn daye welatiyan. Di çarçoveya xebatên vaksînkirinê de me temenê vaksînkirinê aniye 30î û xebatên me berdewam in. Armanca me ew e ku di nava çend hefteyan de hemû nifûsa xwe ya di ser temenê 18 salî re vaksîn bikin.”