Hevpeymaniyên Cumhur û Millet hewla zêdekirina dengên xwe didin

Hewlêre (Rûdaw) – Berbijêrê serokkomariya Tirkiyê ya Hevpeymaniya Cumhur li Hatayê û Serokşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî ji bo berbijêrê serokkomariya Tirkiyê ya Hevpeymaniya Millet li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê ji xelkê daxwaza dengan kirin.

Hevpeymaniya Cumhur li parêzgeha Hatayê ya ku erdhejê ziyaneke mezin gihandibû wê mîtîngek saz kir.

Li wê parêzgeha ku erdheja 6ê Sibatê bandoreke zêde lê kiriye, hîn jî hejmareke zêde ya xelkê wê di nav konteyneran de dijîn, roja 21ê Gulanê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derket ser dika propagandeya hilbijartinên gera duyem a hilbijartina serokkomariyê û gotarek pêşkêş kir. Erdogan behsa projeyên avahîsaziyê yên ji bo navçeyên erdhejê kir.

Her wiha Serokkomarê Tirkiyê ji beşdaran xwest karê ku di 14ê Gulanê de nîvî hîştîne 28ê Gulanê biqedînin û daxwaza dengan ji xelkê Hatayê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman, “Ez ji vir careke din dixwazim bibêjim; her meseleyeke we meseleya me ye, her derdekî we derdê me ye, her kêfxweşiyeke we kêfxweşiya me ye. Di rojeva we de çi hebe di rojeva me de jî heman tişt heye. Em ti meseleyekê wek ku nîne nahesibînin û em li çareseriya wê digerin. Bi saya Xwedê piştî 28ê Gulanê, em ê 100 saliya Tirkiyê bi were ava bikin.”

Ev jî mîtînga Hevpeymaniya Millet e li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di mîtîngê de axivî û ji beşdaran west di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ya 28ê Gulanê de deng bidin berbijêrê wan Kemal Kiliçdaroglu.

Serokşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got, “Eger em roja 28ê Gulanê Kiliçdaroglu hilnebijêrin em dê bikevin pêvajoyeke tarî, necîgir û bêşiyan. Erkê min ê dîrokî ye ku ez vê hişyariyê li xelkê xwe yê hêja, welatiyên xwe yên ezîz bikim. Ji ber eger em di 28ê Gulanê de vê pêvajoyê berovajî bikin û biserbixin, dê navê wê aramî, rizgarbûna ji krîza aborî be. Ez ji dil bi wê yekê bawer im dê 28ê Gulanê dil û mêjî biserkeve.”

Her du hevpeymaniyên Tirkiyê yên ku berbijêrên wan dê 28ê vê mehê bikevin nav hevrikiyê, di mîtîngên xwe de gelek sozan didin xelkê Tirkiyê lê xelkê Tirkiye dê wê rojê biryara xwe bidin bê ka sozên kê kariye wan razî bike û dê serokkomarê nû yê welatê xwe ji bo 5 salên bê hilbijêrin.