Parêzerên Ocalan bi boneya hevdîtinê çûn Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) – Herdû parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ên bi navên Rezan Sarica û Newroz Uysal îro sibê ji bo hevdîtina bi  Ocalan re ber bi Îmraliyê ve ketin rê.

 

Li gor medyaya Tirkiyê ji parêzerên Rêberê PKKê yê zindanîkirî Abdullah Ocalan,  Rezan Sarıca û Newroz Uysal bi mebesta hevdîtinê wî re bikin ji navçeya Gemlik a Bursayê ber bi Grava Îmraliyê ve ketin rê.

 

Parêzerên Ocalan piştî serî li Serdozgreiya Komarê ya Bursayê dan û ew daxwaza wan hat qebûkirin, îro Çarşemê (22.05.2019) serê sibê ber bi Grava Îmraliyê ve ketin rê.

 

Parêzer Ocalan herî dawî di 2yê Gulanê de li Girava Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn û piştî 4 rojan peyama wî ragihandibûn.