Li Mêrsînê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, şeva borî otomobîlek li stûna elektrîkê qelibî.

Di vê qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li Taxa Kulakê ya Tarsusê şeva borî otomobîlek ji rê derket û li stûna kêleka rê qelibî.

Di qezayê de Şaziye Tok û Ozcan Kalkan mirin, Şebnem Ay, Gokhan Tok û Pinar Goçer jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê.