Polîsan mudaxeleyî Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de xwestin qernefîlan deynin Qada Galatasarayê ya Kolana Îstîklalê ya Stenbolê lê rûbirûyê midaxeleya polîsan bûn û herî kêm 17 kes hatin desteserkirin.

Îro Şemiyê 22ê Nîsana 2023an li Qada Galatasarayê Kolana Îstîklalê ya Stenbolê  Dayikên Şemiyê xwestin qernefîlan deynin qadê, lê polîsan rê nedan wan û Seroka Komeleya Mafên Mirov (IHD) Eren Keskin û 16 kesên din ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kirine û dibêjin,di çarçoveya 943emîn hefteya çalakiya xwe de xwestine qernefîlan deynin qadê lê polîsan midexaleya wan kiriye û hejmarek dayik û malbatên wan hatine desteserkirin.

Dayikên Şemiyê di peyama xwe de dibêjin: “Îro cejn e. Ji ber em nikarin qernefîlan deynin ser gorên hezkiriyên xwe me xwest wan deynên Qada Galatasarayê ku bûye nîşana wendayiyên me. Lê em hatin astengkirin. Ligel hemû astengiyan em dê li ser gotina heqîqetê berdewam bin. Em dest ji maf û azadiyên xwe nabin.”

Li gor peyama hatiye belavkirin: Seroka IHD Eren Keskîn, Mikail Kırbayır, İrfan Bilgin, Maside Ocak, Sebla Arcan, Besna Tosun, Ali Tosun, Ali Ocak, Huseyin Ocak ,Hanim Tosun, Yasemin Bektaş, Aylin Tekiner, İkbal Eren, Setenay Yarici û Hanife hatine desteserkirin.