Soylu: Di cejna îsal de destûr nayê dan penaberên Sûrî sînor derbas bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, dê îsal destûr neyê dayîn ku penaberên Sûrî di cejnê de ji bo dîtina malbatên xwe derbasî Sûriyê bibin.

Daxûyaniya Suleyman Soylu piştî ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî roja Sêşemê 19ê Nîsana 2022an di civîna koma partiya xwe de destnîşan kiribû penaberên Sûrî yên ku di cejnê de diçine Sûriyê bila destûr neyê dayîn ku vegerin Tirkiyê, hat dayîn.

Soylu di weşana zindî ya NTVyê de pirsên di rojevê da bersivand.

"Em li Idlibê xaniyan lêdikin"

Soylu li ser penaberên Sûrî yên ku vegeriyane welatên xwe agahî dan û got, “Nêzî 500 hezar kes bi dilê xwe vegeriyan. Penaber derbasî herêmên ewle yên ku me çêkirine bûn. Di vegera bi rûmet de, ew ê vegerin herêmên ewle. Em li Îdlibê xaniyan lêdikin. Heger me tedbîr negirtana dê hejmara koçberên qaçax ji 10 mîlyonî derbas bibûya. Em hemû koçberên qaçax ên li welat digirin. Me ev herêm kiriye herêmeke ewle, li vir karê çandinî û bazirganiyê tê kirin. Ya ku em dikin ev e ku em rê nîşan bidin, ewlehiya wan misoger bikin."

“Dê destûr neyê dayîn”

Soylu, da zanîn ku li ser Sûriyên ku ji bo cejnê diçin û vedigerin biryareke nû girtine û diyar kir ku di cejnê de destûr nayê dayin ku derbas bibin.

Soylu her wiha anî ziman, “Ji ber pandemiyê di 4 cejnên borî de me bi awayekî berbiçav çûn û hatin rawestandin. Hinek çûn, ji sedî 60 man. Paşê çûn û vegeriyan. Yên ku di cejnê de diçin ne pir in. Hefteya borî me ji parêzgeran re got dê di cejnê de destûr neyê dayîn. Niha di cejnê de destûr nayê dayîn. Dikarin biçin herêma ewle û li wir bimînin. Kesên ku dixwazin ji bo cejnê biçin û vegerin dê destûr neyê dayîn.

''Hejmara kesên ku dikarin deng bidin 113 hezar û 654 e''

Ji 31ê Adarê ve 200 hezar û 950 welatiyên Sûriyê bûne hemwelatiyên Tirkiyê. Ji wan 87 hezar û 296 zarok in. Di hilbijartinên 2018-2019an de ji %30-35ê Sûriyan deng dan.

Suleyman Soylu got, “Kesên ku diviyabû li Tirkiyê di timarxaneyê de bin, îro dibêjin 900 hezar Sûrî bûne hemwelatî. Ev çawa hejmar e? Hejmara kesên ku dikarin deng bidin 113 hezar û 654 e.”