Li Stenbolê qedexe hat dirêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Stenbolê ragihand ku qedexeya xwenîşandan û meşê heta 27ê Adarê hatiye dirêjkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin û qedexe hatibû ragihandin.
Parêzgariya Stenbolê diyar kir ku ev qedexe heta 26ê Adarê saet 23:59an (4 rojan) hatiye dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo “rêlibergirtina kiryarên ku dibin sûc, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina maf û azadiyên bingehîn û maf û azadiyên kesên din, avakirina pergala giştî û ewlehiyê û asayişa giştî” hatiye dirêjkirin.
Parêzgarê got ku li Stenbol û navçeyên wê “civînên li cihên girtî û vekirî, meşên xwenîşandanê, avakirina çadiran, vekirina standan, çalakiyên rûniştinê, kampanyayên îmzeyê, merasîmên bibîranînê û her cure çalakiyên bi vî rengî, her wiha belavkirina belavok û daleqandina pankart/afîşan” hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Stenbolê diyar kir ku ew rê nedin kesên ku ji bo beşdarbûna çalakiyan berê xwe bidin Stenbolê derbasî nava bajêr bibin.