Li Îzmîrê 5 otomobîlan li hev xist: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çîgliyê ya Îzmîra Tirkiyeyê skutereke karebayî û 5 otomobîlan li hev xist.

Li gorî agahiyan, li ser rêya Çîglî û Karşiyakayê du otomobîl li hev qelibîn.

Dema ajokarên wan ji bo nivîsîne girteya qezayê peya bûn, otomobîleke din a ku ji aliyê paş ve dihat li du otomobîlan û skutereke karabeyî xist.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Îsmaîl Taşdelen (31) û Turan Taşdelen (58) li cihê qezayê mirine.

Tîman birîndarên bi navên A.K, M.U (22), G.U (25), A.A, T.Ç, A.B.S. û A.E. veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.