Babacan: Berbijêriya Erdogan nehiqûqî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Ali Babacan ragihand, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan nikare bo cara sêyem bibe berbijêrê Serokkomariyê û ev nehiqûqî ye.

Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan di bernameyeke televîzyonî de derbarê rojeva Tirkiyê û hilbijartinan de axivî. Babacan got: “Em dê li dijî berbijêriya Erdogan serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bidin.”

Babacan dibêje: “Piştî ku birêz Erdogan serî li berbijêriyê bide, em dê bêjin ku `ev ji aliyê hiqûqî e ne pêkan e.` Ji ber ku ev heyama duyemîn a Erdogan e. Hemû hiqûqnasên partiya me wiha dibêjin. Piraniya hiqûqnasên Tirkiyê jî wiha difikirin. Ji ber ku `ev ne pêkan e, li dijî destûrê ye` em ê jî daxwaznameya xwe pêşkêş bikin. Lê ne zehmet e, ku mirov pêşbînî bike dê Komîsyona Hilbijartinê çi biryarê bide. Bi egereke mezin dê bêje, `tiştekî wiha nîne. Îdiaya birêz Erdogan rast e. Sala 2017an sîstem hatiye guhertin û hincetan bibîne.”

Babacan got: “Em ê bi nivîskî serî lê bidin. Eger em vê yekê nekin, tê wê wateyê ku me ji aliyê hiqûqî ve tiştê pêwîst nekiriye. Eger em nekin, em erka welatîbûnê bicî naynin.”