RAPIRSÎ - Li Stenbolê rewşa DEM Partiyê çawa ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Sonarê, DEM Partî li Stenbolê partiya sêyem e.

Li gorî heman rapirsiyê, dengên namzedên CHP û AK Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê gelekî nêzîkî hev in û DEM Partî jî di rêza sêyem de ye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an re, kompanyayên rapirsiyan ên Tirkiyeyê bi berdewamî rapirsiyan dikin.

Yek ji bajarên ku herî zêde tên nîqaşkirin û meraqkirin jî Stenbol e.

Serokê Kompanyaya Sonarê Hakan Bayrakçi encamên rapirsiya xwe ya dawiyê belav kirin.

Li gorî encamên vê rapirsiyê, di navbera namzedê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ekrem Îmamoglu û namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Murat Kurum de tenê sedî 0,6 ferq heye û Îmamoglu li pêş e.

Herwiha Bayrakçi ragihand ku CHP û DEM Partiyê di vê hilbijartinê de stratejiyeke gelekî baş daniye pêşiya xwe û namzedên DEM Partiyê jî di rêza sêyem de ne.

Li gorî rapirsiyê, li Stenbolê dengên namzed û partiyan wiha ne:

- CHP (Ekrem Îmamoglu): Ji sedî 41,9

- AK Partî-MHP (Murat Kurum): Ji sedî 41,3

- DEM Partî (Meral Daniş Beştaş/Murat Çepnî): Ji sedî 4,8

- ÎYÎ Partî (Bugra Kavuncu): Ji sedî 4,0

- Partiya Yenîden Refahê (Mehmet Altınoz): Ji sedî 2,5

- Partiyên din: Ji sedî 5,5