Li Zanîngeha Akdenîzê nîjadperestan êrîşî xwendekarên Kurd kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê grûpeke nîjadperest a Tirk êrîşî 3 xwendekarên kurd kirin. 

Li Zanîngeha Akdenîzê grûpeke nîjadperest a Tirk, ku ji nêzîkî 30 kesan pêk dihat li nav kampusa zanîngehê êrîşî xwendekarên bi navê Botan Artuç, Feyzî Akan û Hatîce Tong kirin û ew birîndar kirin.

Botan Artuç û Feyzî Akan bo Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê hatin veguhestin.

Hat zanîn ku grûpa nijadperest ji sibehê ve gef li xwendekarên Kurd dixwarin.