Hejmareke rêvebir û berpirsên HDPê li Mersînê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek zêde berpirs û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şaxa Mêrsînê hatin desteserkirin. Herwiha Şaxa HDPê ya Mêrsînê jî li hemberî desteserkirinan bertek nîşan da

Polîsên Dijî Terorê yên Mêrsînê, îro 22ê Sibatê  di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de li dijî HDPyê operasyoneke berfireh kirin û avêtin ser malan.

Di encama oprasyonê de de  Hevserokê Şaxa HDPê yê Akdenîzê Feyyaz Kaya, Hevserokê Şaxa Toroslarê Cabbar Karabeg, Endama Civata Şaredariya Akdenîzê Nuray Aslan û hejmareke din berpirs û rêveberên HDPê yên Mêrsînê hatin destserkirin.

Heta niha sedema desteserbûna wan nehatiye eşkerekirin û li Rêveberiya Asayîşa Mêrsînê derbarê wan proseya lêpirsînê hate destpêkirin.

Ji aliyê din ve Hevserokê HDPê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, bertek li hemberî destserkirina rêveber û endamên partiya xwe nîşan da.

Hevserokê HDPê yê Bajêr Mehmet Ali got: “Bi van operasyonan dixwazin partiya me neyasayî bikin û me ji qada siyaseta demokratîk dûr bikin.”