Li Tirkiyê nêzîkî 57 milyon dengder hene
Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê lîsteyên dengderan bo referandumê hatine daliqandin.
Tê texmîn kirin ku hejmara dengdêrên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji helbijartinên 1ê Mijdarê heta niha nêzîkî milyonek dengdêran zêdetir bibe û hejmara dengderan ji 57 milyona kesan derbas bibe. Lîsteyên helbijêran dê heta 26ê vê mehê daliqandî bin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hem partiyên siyasî hem jî dezgehên erkdar ji bo referandumê amadekariyên xwe dimeşînin. Di vê proseyê de rol û erkeke muhîm jî ya muxtaran e.
Kezîban Akçay li Enqere muxtara taxekî ye ku 30 hezar kes lê dijîn. Kezîban Akçay bo amadekariyên referandumê rojên dawiya hefteyê jî kar dike.
Muxtar Kezîban Akçay j Rûdawê re wiha got: “Rojên Şemî û Yekşemî xelk zêdetir tê. Lê niha êdî watsap û maîl û facebook hene. gellek kes jî hema nahên lê rê û bi van rêyan daxwaza alîkariyê dikin û dipirsin ka gelo navê wan di lîsteyan de heye yan ne.”
Bi taybetî jî piştî ku lîsteyên helbijêran hatine daliqandin li ber derê muxtaran jî hatûçûna xelkî zêdetir bûye û xelk hewil dide ku belgeyên xwe bo referandumê temam bike.
Nişteciyê Enqerê Osman Nalçaci jî got: “5 dengên malbatan min hene. Min li navê wan nêrî. Me heta niha biryara xwe nedaye. Ez naxwazin dengê xwe eşkere bikim. Çi erê be, çi na dema roja hat em jî dê biryara xwe bidin.”
Hem gotinên muxtaran hem jî gotinên hemwelatiyan piştras dike ku elaqeya xelkê bo dîtina navê xwe di lîsteyan de weke salên berê nîne û gellek kes qet seredana muxtaran nakin.
Welatiyekî din jî got: “Weke gellek hemwelatiyên Tirkiyê min weke erk û berpirsiyara xwe ya hemwelatîbûnê, li lîsteyan nêrî. Min di serî de peywendî bi muxtarê taxê re kir. Dûv re eger kêmasiyek hebe qaymeqamî jî alîkariya me dikin.
Gorî amarên ku di dema helbijartinên 1ê mijdarê de hatine belavkirin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara degnderan 56 milyon 965 bin 100 kes in.