Rojeva Îro ya Rojnameyên Tirkiyê -Kilîs hêjayî xelata Nobelê ye!


CUMHURIYET

-Sînor li gel Emîrekî DAIŞ kontrol kirine...
Cumhuriyet xwe gihand belgeyên hevkariya leşker û DAIŞê li ser sînor. Di pirsyariya li ser wan kesên ku hatibûn girtin de yên ku tevlî DAiŞê bûbûn, ew pêwendiya wan ya li gel leşkeran li ser sınoran di îfadeyên wan de eşkere dibin. Li Dadgeha cezayên giran ya 3mîn Li Anqara di rûniştina doza DAIŞiyan de bi delîl tesbît dibe ku berpirsê DAIŞî Mistefa Demîr çendîn caran ji bo hêsankariya desrbûsbûna ji ser sînor li gel serbazên Tirk bi dostanî dide û distîne.

- Li Wanê ji bo xwekujê teqîna Anqara ku tê îdîakirin ji ser navê TAKe Evdilbaqî Sonmez, konê şînê hat vedan. HDP û DBPyî jî daxil bûn.

SABAH

-Saziyeke Amerîka li xwe danî ku PYD û PKK terorîst in…
Navenda Têkoşîna li dij Terorê ya Netewî li Amerîka di rapora xwe de, di nirxandina li ser PKK de, cî dide îfadeya, PKK ne tenê li Tirkiye û bakûrê Iraqê herwiha li bakûrê Sûrî jî, tevgetan pêk tîne.

HURRIYET

-200 metreyan dûr ji ciyê şerr...
Li Diyarbekir li ber hewşa Mizgefta Ulû li ser kursîkên nizmik, xelk bi roj pê de rûniştî guh didin dengê teqînan. Êdî wan dengan eşkere ji hev tînin der ku dema diteqin, kîjan top kîjan mayîn in.

- Li Sûrî agirbest nêzîk e. John Kerry li gel Lavrov axivî û di demeke kurt de dê Obama û Pûtîn li hev rûnên.

MILLIYET

-Li payîtextê tedbîrên ewlehiyê...
Asayîşa Anqara dê bi plansaziyeke berfiref, tedbîrên ewlehiyê ji nû ve saz bike li bajêr. Li hemû qad û nexasim derdorên parlamanê dê hejmara polîsên xuyayî bên zêdekirin. Li ser avahiya nû ya parlamanê li Dîkmenê dê tedbîrên xurttir bên wergirtin. Servîsên ragihandinê dê bên guhastin. Alavên pêşketî yên teknolojîk dê bên kirrîn bo ewlehiyê.

- Sebze û fêkiyên ku neçûn Rûsya îsal, hemû çûn Îsraîlê. Îxracata ji bo vî welatî ji%40.43 li xwe zêde kir.

HABER TURK


-Kilîs hêjayî Nobelê ye…
Bi 150 hezar penaberan ev bajarê sînorî bû mînak ji bo entegrasyona penaberan. Nifûsa wê bi xwe 90 hezar bû lê ya penaberan tenê 150 hezar kese. Ew welatiyên Sûrî ku malê xwe ji Sûrî rizgar kirin li vî bajarî dikan û ciyê kar û bazirganiyê dikin. Ji bo 30 hezar zarûkan dibistanên demkî hatin vekirin. Jin jî tevlî kûrsên neqş û dirûn û berberiyê dibin.

- Ji niha şûnde dizên otomobîlan dê ji ser tomedbariya terorî bên darizandin, piştî teqîna Anqara.

- Kabîneya Wezîran îro bi serpereştiya Erdogan kom dibe, li ser tedbîrên ewlehiyê.

YENİ LAFAK

-Rûsye xwe amade dike ku têkeve nav Yemenê...
Şêwiemendê Hamaney Elî Ekber Welayetî, bi barîkariya Rûsya dê hewl bidin dest di Yemenê werdin. Libnan jî di ber hedefa herdû dewletan de ye. El Arabiya vê agahiyê dispêre kombûna rojnamevanên Îranê.

STAR

-Ji girtina jêrzemîniyê piştgiriya Rûsya derket..
Hefteya buhurî Gultan Kışanak bi drêjahiya 6 saetan li jêrzemînekê hatibû wergirtin li Sûrê. Piştî derket di cî de dest pê kir fermanên rêxistinê bi cî bîne. Kişanak li gel KCKhiyan kom bû,  tê ragihandin ku gotiye, berxwe bidin hindik ma dê Rûs bên bi hawara we ve, çek bi rê ketin jî. Di axaftina xwe ya li komelgehekê Kişanak got, Qendîl gotiye xelk piştgiriyê nedin jî hûn ber xwe bidin, Rûsya dê çekan bişîne, berxwedana xwe raperikîn
nav taxên din jî.

BİRGUN

-Yasaya MITê îro tê rojeva meclîsê..
Benda bi navê parastina agahiyên şexsî ku dê vê hefteyê ji meclîsê derbas bibe û bibe yasa, di naveroka xwe de van sernavan dihewîne: Hemû agahî û zanyariyên şexsî yên taybet yên welatiyan dê ,li senterekê bên komkirin. Di nav van agahiyan de welatî her yek ji kîjan mezhebê ne, nexşeya wan ya genetîk, jiyana taybet ya hevjîniya jin û mêran, hemû dê hebin. Teşkîlata îstîxbarî MIT û hêzên laşkerî kengî bixwazin dê bikaribin xwe bi van agahiyan bighînin. Bi vî awayî dê sîstemeke xurtir ji MÎTê bê avkirin. Rêveberiya vê sazîyê dê ji 7 endamên sereke pêk bê ku 3 ji van ji alî serokkomar ve 4 jî ji alî Kabîneya Wezîran ve bên tayînkirin.

GUNDEM

-Pêla hêrsê xurt dibe...
Li jêrzemînên nav Sûrê, nêzîkî 200 sivîl asê mane û banga hawarê dikin.