Derbarê şewitandina Quranê de ji HDPê bertekeke tund

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervin Buldan, li ser şewitandina Quranê li Swêdê nerazîbûn pêşan dan û gotin: “Em li dijî her çalakiyeke bendbendîkirinê ne.”

Siyasetmedarê rastgir ê radîkal Rasmus Paludan, doh 21ê Çileya 2023ê li pêş Balyozxaneya Tirkiyê ya Stockholmê Quran şewitand. Çalakiya Rasmus Paludan, rastî gelek nerazîbûnan hat.

Pervin Buldan û Mithat Sancar li ser hesabên xwe yên Twitterê, peyam belav kirin û nerazîbûn nîşan dan.

Pervin Buldan got: “Êrîşa li dijî bawerî û pîroziyan nayê qebûlkirin. Em şewitandina pirtûka Quran-a Kerîm a baweriya Îslamê li Swêdê şermezar dikin. Em li dijî her çalakî û gotinan e ku gel û baweriyan tînin rûbirûyê hev.”

Mithat Sancar jî dibêje: “Em êrîşa li dijî Quran-a Kerîm a li Swêdê şermezar dikin. Êrîşên li dijî bawerî û pîroziyan bi ti sedeman nerewa ne. Em li dijî her çalakiyê ne, ku dibin sedema dijmankarî û cudakirina bawerî û gelan."

Gotûbêjên di navbera Tirkiyê û Swêdê de bo endamtiya NATOyê ya Swêdê berdewam in. Tirkiye ji bo qebûlkirina endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandê di serî de qutkirina alîkariyê bo YPGê û daxwaza radestkirina hejmarek Kurd û endamên Cemaeta Gulen dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, 15ê Çileya 2023ê got “Divê Swêd û Fînland nêzîkî 130 terorîstî bidin me, eger nedin em endamtiya wan a NATOyê qebûl nakin.”