Parêzera Doza Kobanî: Divê li dadgehê guh li îfadeya Erdogan bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 29ê Mijdara 2021ê heftemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya bûyerên Kobanî tê kirin, parêzerên dosyeyê jî dibêjin, pêwîst e li dadgehê guh li gotinên Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan bê girtin.

Parêzer Nuray Ozdogan di daxuyaniyekê de got: “Madem dosye ji nû ve tên vekirin, divê di dosyeya bûyerên Kobanî de, li dadgehê guh li gotinên Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan bê girtin.”

Nuray Ozdogan rexne li Desteya Dadwerên 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê girtin ku daxwaza guhertina dema rûniştinê red kiriye û got: “Heta niha tohmetbarên reviyayî nehatine dîtin. Me çendîn car daxwaz kiriye derbarê bûyeran de lêkolîn bê kirin, lê destûr nehatiye dayîn. Madem dosyeya bûyerên Kobanî û dosyeya êrîşa 13ê Mijdara 2015an a DAIŞê li Fransayê tên berhevkirin, serokê wê demê yê Fransayê di rûniştina dadgehê de amade bû û guh li gotinên wî hat girtin. Bo eşkerekirina rastiya bûyerên Kobanî, divê ew karbidestên hikûmetê ku wê demê ligel HDPê danûstandin kirine, ligel Serokkomarê Recep Tayyip Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, bo dadgehê bên vexwendin û guh li gotinên wan bê girtin.”

Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014an de qewimîn, wek hinceteke serekî ya girtina HDPê tên behskirin. Piştî ku DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Kobanî kir, HDP û hejmarek partiyên din ên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta wê demê ya Tirkiyê kirin, rê bo şandina çek û hevkariyên din ên serbazî ji Tirkiyê ve bo şervanan bide, lê Enqerê red kir.

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanan destpê kir û alozî çêbûn, hikûmetê jî qedexeya çûn û hatinê ragihand. Tevlîhevî û alozî zêde bûn û di encam de 46 sivîl û polîs hatin kuştin, 682 kes ji xwepêşander û polîsan birîndar bûn, 323 kes hatin desteserkirin û hezar û 113 avahî jî hatin şewitandin.

Hikûmeta Tirkiyê roja 4ê Çileya 2016an operasyoneke berfireh bo ser HDPê da destpêkirin û hevserok û hejmareke zêde ya parlamenterên wê partiyê hatin desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê hatin girtin. Di dosyeya bûyerên Kobanî de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî ligel 108 endam û berpirsên HDPê tên dadgeh kirin ku 21 kes ji wan niha girtî ne.

Dozgeriya Giştî daxwaza 19 hezar û 680 sal cezayê zîndanê bo 108 endam û berpirsên HDPê û zîndanîkirina heta hetayê bo 38 ji wan kesan dike ku di wê dosyeyê de tên dadgehkirin. Heta niha di dosyeya bûyerên Kobanî de 8 siyasetmedar bi merc hatine azadkirin.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyeyê piştî derbasbûna şeş salan di ser wan bûyeran re roja 26ê Nîsana borî li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê li Enqerê hat kirin. Heta niha dosyeya bûyerên Kobanî li dadgehê nehatiye girtin û qonaxa yasayî berdewam e.

HDP ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê ve doz li ser hatiye tomarkirin û hewl tê dayîn bê girtin, sêyemîn fraksyona Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê bû xwediyê 67 kursiyan û niha 58 kursiyên wê hene.