Serokê CHPyê: Divê girîngiya Demîrtaş baş bê zanîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Demîrtaş re got, “Me bi Demîrtaş re ji bo çareseriyê li ser girîngiya parlamentoya Tirkiyeyê li hev kir.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgin Tanrikulu û Parlamenterê CHPyê yê Meletiyê Veli Agbaba îro li Girtîgeha Edirneyê siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kirin.

Hevdîtina Ozel bi Demîrtaş û Mizrakli re 3 demjimêran berdewam kir.

Ozgur Ozel piştî civînê li pêş girtîgehê ji rojnamegeran re ragihand ku “Bêyî serdana Demîrtaş wateya serdana min a herêmê nedibû.

Gava yekem a serdana herêmê ya 6 rojan Edirne bû.”

Ozel eşkere kir ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd û rol û girîngiya parlamentoya Tirkiyeyê bi Demirtaş re li hev kirine û wiha domand:

“Tirk û Kurdan hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, bapîrên me bi hev re dagirkeriyeke mezin bi dawî kir û wan komareke ciwan ava kir.

Vê carê eger tiştê ku me di sedsala yekem de nekiribin û xeta û kêmasiyên me hebin, em dê hemû bi hev re wan bibînin û aştiya civakî ava bikin.

Ev serdaneke siyasî ye û yekem roja serdana 6 rojî ya ji bo herêmê ye. Eger îro bi Demîrtaş re hevdîtin û axavtin nebûya wateya serdana 6 rojan a li 6 bajaran nedibû.

Eger Tirkiye pirsgirêkê çareser bike, çek bêne danîn, êdî dayik negirîn û hemû bi hev re girîngiyê bidin geşedan, bihêzbûn û demokratîkbûnê û pêngava vê yekê bê avêtin, hemû aktor girîng in.

Lê divê girîngiya aktorekî wekî Selahattîn Demîrtaş bi awayekî herî baş bê zanîn. ”

Ozel her wiha tekez kir ku eger li Tirkiyeyê tiştên baş bibin divê kesek ji kesekî re nebe asteng û berjewendiya 86 milyon kesan li ber çavan bê girtin.

Ozel sibe piştî Civîna Koma CHPyê ya Parlamentoyê dê dest bi serdana 6 bajarên Bakurê Kurdistanê bike.

Ozel dê biçe bajarên wekî Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wanê.