Pêşî dayîka xwe piştre jî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kastamonuyê yê Tirkiyeyê kesekî dayîka xwe kuşt û paşê jî xwe kuşt.

Bûyerê li navçeya Îhsangaziyê rû da.

Li gorî agahiyan, piştî ku Ozkan G. û dêya Şaîzer G. bê pejin man xizmên wan xeber da cîranên wan da ku malê kontrol bikin.

Piştî ku derî venebû cîranan jî xeber da Navenda Bangên Lezgîn (112).

Polîs di pacê re ketin hundir û rastî termên dê û kur hatin.

Term piştî lêkolînên li cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kastamonuyê.

Hat tesbîtkirin ku Ozkan berê dayîka xwe kuştiye û paşê jî bi heman çekê xwe kuştiye.

Li hêla din hat ragihandin ku pirsgirêkên derûnî yên Ozkan hebûne.