Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Îsraîlê bûye sedema nakokiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Helwesta Tirkiyê ya li beramberî şerê di navbera Îsraîlê û Hemasê de li wî welatî di siyaseta navxwe de bûye sedema nakokiyan.
Şer û aloziyên di navbera Hemas û Îsraîlê de berdewam in.
Serokkomarê Tirkiyeyê şeva borî di daxuyaniyeke xwe de ji bo operasyonên Îsraîlê peyva qirkirinê bikar anî û got:
“Ez banga me ya berfirehnekirina êrişên li dijî sivîlan û demildest rawestandina operasyonên ku digihin asta qirkirinê dûbare dikim.”
“Gefxwarina li Amerîkayê hêsan e”
Parlamenterê CHPyê Velî Agababa helwesta desthilardariya ya li beramberî rewşa sivîlên li Xezeya bi dilsozî nedît û got:
“Eger hûn li ser mijara Îsraîlê ku xelkê sivîl dikuje ji dil in werin vaye meydan, em mertala mûşekan a li Kurecikê bi hev re bigirin. Ma hûn dikarin bigirin na, hûn ji birayên xwe ditirsin. Li vê derê gefxwarina li Îsraîl û Amerîkayê hêsan e."
Parlamentera AK Partiyê Ozlem Zengîn jî got:
“Mijara Filistînê ne mijareke ku bê gotin ez zêdetir Filistînî me. Bi ya min partiyên li vê derê bi hev re hevrikiyê nakin ku bibêjin em zêdetir Filistînî ne. Em hemû li gel Filsitînê ne.”
Hikûmeta Tirkiyeyê ji destpêka operasyonên Îsraîlê ve piştevaniya xwe bo xelk Xezeyê ragihandiye û wan operasyonan şermezar dike.
Tirkiye ji bilî ragihandina şîna giştî ya sê rojan ji bo agirbestê jî bi welatên navçeyê re li ser xetê ye.
Lê opozîsyon û beşek ji hevpeymanên AK Partiyê bi xwe jî ji hikûmetê li benda dorpêç û pêngavên tund ên li dijî Îsraîlê ne.
“Bila balyozê Îsraîlê were dersînorkirin”
Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî wiha axivî:
“Hûn çiqas şermezar bikin, banga agirbestê bikin ti sûdeke wê nîne. Siyonîzm ji gotinan fêm nake, ji dorpêçan fêm dike. Ji ber wê divê Balyozê Enqereyê yê Îsraîlê demildest bê dersînorkirin û wekî mirovê ku nayê xwestin bê ragihandin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî bi mînaka Filistînê li ser Kurdan û statûya wan rexneyan li desthilatê digre.
Parlamenterê HEDEPê Sînan Çîftyurek jî got:
“Di demekê de ku 22 dewletên gelê Ereb hene. Ya 23emîn tê parastin em jî diparêzin. Lê ji bo Kurdan dewlet li aliyekî, li derveyî sînor statûyeke wan heye ev statû çima nayê qebûlkirin? Ji bo ku vê statûyê nehêlin tezkere li ser tezkereyê derdixin.”