Tirkiye di mijara bikaranîna çekên kîmyayî de tengav bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê red dike, ku di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de, hêzên wî welatî çekên qedexekirî û kîmyayî bikar anîbin û dibêje, di dîroka artêşa Tirkiyê de çekên kîmyayî nehatine bikaranîn.

Mevlut Çavuşoglu derbarê êrîşa artêşa welatê xwe bo ser Rojavayê ‎Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û îdia kir, “ti pisgirêka Tirkiyê bi Kurdan re tine ye” û ew şerê rêxistinên weke PKK û YPGê dikin, ku wî ew hêz weke “rêxistinên terorîstî” bi nav kirin.

Çavuşoglu got, dijatiya Tirkiyê li gel Kurdan propagandayeke ku ji aliyê PKK û YPGê ve tê belavkirin û îdia kir, ku ev yek dûrî rastiyê ye.

Çavuşoglu wiha axivî: “Pirsgirêka me ligel birayên Kurd nîne, pirsgirêka me ligel ‎rêxistinên PKK/YPGê ku Tirkiye wan wek terorîst dibîne û ew wan propagandeyan belav dikin ku ‎Tirkiye li dijî Kurdan şer dike, ev dûrî rastiyê ye.”‎

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha red kir, ku hêzên wî welatî di êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê de çekên kîmyayî û qedexekirî bikar anîbin.

Li nexweşxaneya Rehme ya Qamişlo û herwiha nexweşxaneyên Til Temir û Hesekê yên li Rojavayê Kurdistanê, hejmarek birîndarên êrîşa Tirkiyê hene, ku tê gotin ji ber êrişên bi çekên fosfor ên ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve birîndar bûne.

Yek ji wan birîdaran zarokekî bi navê Mihemed Hemîd e, ku di duyemîn roja topbaran û êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de, li Serê Kaniyê birîndar bûye.

Serokê Desteya Tendirustiya Kantona Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê, Dr. Menal Mihemed jî roja 16ê Cptmehê ji Rûdawê re ragihandibû: “Tirseke mezin heye ku çekên qedexekirî li Serê Kaniyê hatibin bikaranîn, û birîndarên ku me li nexweşxaneyan derman kirine, birînên wan normal nînin.”

Dr. Menal Mihemed gotibû: “Encûmena me ya tendirustiyê niha dest bi lêkolînekê kiriye, ji bo diyarkirina corê çeka ku li dijî me bi kar hatiye, ji ber ku weke min got, ew birîndarên ku em li nexweşxaneyan çareser dikin, ne asayî ne.”

Fermandariya Giştî ya HSDê û Rêveberiya Xweser ragihandine, ku di êrîşên Tirkiyê de çendîn haletên şewitîna laşê birîndaran bi çekên qedexekirî yên weke fosforê hatine dîtin.

Mevlut Çavuşoglu amaje bi hebûna Kurd weke pêkhateyeke serekî li Sûriyê kir û ragihand, “Kurd ji sedî 15ê pêkhateyên Sûriyê pêk tînin û 360 hezar Kurdên Sûriyê mêvanê Tirkiyê ‎ne û hatine himbêzkirin.”

Çavuşoglu herwiha îdia kir, ku operasyonên artêşa Tirkiyê li piraniya wan ‎navçeyên Erebî tên kirin, ku bi gotina wî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê demografiya wan navçeyan guhertine.

Ev gotinên Çavuşoglu di demekê de ye, berpirsên hikûmeta Tirkiyê û ji wan jî serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan gelek bi aşkere û zelalî ragihandine, ku ew dê 3 milyon koçberên Sûrî yên Ereb ku niha li Tirkiyê ne, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ku dikevn jêr kontrola hêzên wan, bicih bikin.

Bi bicihkirina wê hejmara zêde ya koçberên Sûrî yên Ereb, demografiya herêmê bi tevahî li dijî pêkhateya Kurd tê guherandin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û herwiha Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyên cuda ragihandine, ku Tirkiye bi aşkere dixwaze demografiya herêmê li dijî Kurdan biguhere û siyaseta pakkirina etnîkî ya Kurdan li navçeyê cîbicî bike.

Rêveberiya Xweser û HSDê herwiha daxwaz ji Amerîkayê û civaka navdewletî jî kirine, ku rê li êrîşên Tirkiyê û herwiha guherîna demografiya navçeyên Rojavayê Krudistanê ji aliyê Tirkiyê ve bigirin.