Mehmet Ocalan bo dîtina birayê xwe çû Îmraliyê
Hewlêr (Rûdaw) – Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bo dîtina birayê xwe çû Girava Îmraliyê.
Li gorî nûçeya ajansa Anadolu, îro (21.10.2013) danê sibê birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û birayê girtiyê bi nayê Cûmalî Karsli, Hanefî Karsli bo dîtina birayên xwe çûn Girava Îmraliyê.
Herî dawî Mehmet Ocalan roja 7ê Cotmehê çûbû dîtina birayê xwe.
Di hevdîtina wê demê de Ocalan ji rêya birayê xwe gazinde û rexne li Hikûmeta AKPê kiribû û diyar kiribû ku divê gavên pêwîst bo pêşveçûna pêvajoya aştî û çareseriyê bên avêtin û wiha hişyarî dabû hikûmetê: “Nexwe ezê ji pêvajoyê vekişim.”
Hevseroka KCKê Besê Hozat jî ew daxuyaniya Ocalan wiha şirove kiribû: “Eger Ocalan ji pêvajoyê vekişe dê dîsa şer dest pê bike.”
Ocalan her wiha di hevdîtina xwe ya digel şanda BDPê ya roja 14ê Cotmehê de dîsa ji dewletê xwestibû, bo pêşveçûna pêvajoyê derbasî muzakereyên kûr û watedar bibe.
Li hember vê yekê, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan gotibû, ew vê gavê nikare tiştekî li ser peyama Ocalan bêje lê bi tundî rexne li rayedarên BDPê kiribû.