Li Edeneyê selika vîncê ket: 2 karker mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregîrê ya bajarê Edeneyê kelûpelên vîncê bi ser karkeran de ketin û 2 karker mirin.

Bûyer îro li taxa Atakentê ya navçeya Yuregîrê ya Edeneyê çêbû.

Li gorî zanyariyan, di avahiyeke ku di proseya çêkirinê de bû benê selika hesin a ku kelûpelên avahîsaziyê tê de bûn qetiya û kelûpelên tê de bi ser 2 karkerên avahîsaziyê de ketin.

2 karkerên bi navên Tahîr Çerî û Erdal Sagir di encama bûyerê de mirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê her du karkeran birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê.

Xizmên her du karkeran jî çûn cihê bûyerê û di navbera wan û berpirsên avahîsaziyê de alozî derket.

Her wiha hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.