Parlamenterê YSPyê Serhat Eren: Dibe ku xwe parastina bi Kurdî li girtîgehan berfireh bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê YSPyê yê Amedê Serhat Eren ji Rûdawê re got ku Rêveberiya Zindana Sincanê rê neda ku jinên girtî parastina xwe bi Kurdî bikin.
Serhat Eren got, “Dibe ku li girtîgehan parastina bi zimanê Kurdî berfireh bibe.”
39 jinên girtî yên di Zindana Sincanê de, ji bo protestokirina xemsariya li hemberî girtiyên nexweş, 4ê Îlonê 3 rojan xwarin wernegirtibûn û grêv girtibûn.
Li ser vê çalakiyê, rêveberiya zindanê dosyayeke lêpirsînê li hemberî jinên girtî vekir.
Parastina bi Kurdî
Jinan xwest parastina xwe bi zimanê Kurdî bikin lê hate redkirin.
Rêveberiya zindanê xwestibû ku ew her 39 jinên girtî, di nava 3 rojan de parastina xwe pêşkêş bikin.
Jinên girtî daxwaza wergêrekî kir û got ew dê parastina xwe bi zimanê Kurdî bikin.
Rêveberiya zindanê nivîsek ji wan girtiyan re şandiye û tê de gotiye:
“Dewleta Komara Tirkiyeyê tevî milet û welatê xwe dewleteke yekpar e û zimanê wê Tirkî ye. Kesên ku bi Tirkî nizanibin û kesên ker û lal dikarin bi rêya wergêran îfada xwe bidin. Tirkiya we jî têrê dike ku hûn derdê xwe pê bibêjin.”
Beriya mehekê, dîsa li Zindana Sincanê, girtiyê bi navê Mehdi Baştimur xwestibû parastina xwe bi Kurdî bike û ji wî re jî heman tişt gotibûn û daxwaza wî hatibû redkirin.
Parlamenterê Partiya Keskên Çep (YSP) yê Amedê Serhat Eren li ser vê mijarê bû mêvanê bultena Rûdawê.
Girtiyê 70 salî canê xwe ji dest da
Serhat Eren bi bîr xist ku berî 10 rojan girtiyê 70 salî yê bi navê Şakir Turan jiyana xwe ji dest da û got:
“Malbat û parêzerên wî digotin ew nexweş e û divê li nexweşxaneyê bê dermankirin lê rêveberiya girtîgehê ew ne bir nexweşxaneyê û canê xwe ji dest da.”
Çalakiya jinên girtî
Eren diyar kir girtiyên jin ên di girtgîha Sincanê nerazîbûn xwe bi çalakiyekê nîşan da û got:
“Hevalên me ên jinên di Zindana Sincanê de dîl girtî, ji bo balê bikişînin ser Şakir Turan û rewşa girtiyên nexweş 3 rojan xwarina girtîgehê wernegirtin.
Piştî vê çalakiya birçîbûnê rêveberiya girtîgehê derbarê wan lêpirsîna disîplînê da destpêkirin. Ji girtiyan hat xwestin ku di nava 3 rojan de parastina xwe bikin.
Hevalên me jî got ku ew dixwazin bi zimanê dayikê parastina xwe bikin lê rêveberiya girtîgehê qebûl nekir.”
Astengî li ber parastina Kurdî nîne lê qebûl nakin
Eren tekez kir ku mafê her kesî ye parastina xwe bi zimanê xwe bike û wiha pê de çû:
“Li gorî destûra Tirkiyeyê û hem li gorî hiqûqa navnetewî astengî li ber vê yekê nîne. Maf her girtî û her kesekî ne girtî be jî heye ku li dadgehê bi zimanê xwe parastina xwe bike.
Ev nêzîkîtiya rêveberiyên girtîgehan ji wezaretan cudatir nîne. Ev 8 sal in nêzîkîtiya girtîgeh, wezaret û hikûmetê bi vî rengî ye.”
Bi gotina Eren bi hezaran girtiyên di girtîgehan de nameyên xwe bi Kurdî dişînin lê tevahiya rêveberiyên girtîgehan nameyên wan qebûl nakin an jî wergera wan nakin.
“Nameyên Kurdî nayên radestkirin”
Eren eşkere kir ku name ji ber ku bi Kurdî hatine nivîsandin nayên radestkirin û got:
“Ev demeke dirêj e Kurdî tine dihesibînin. Hevalên me dê parastina xwe bi Kurdî bidin û ji bilî Kurdî dê parastina xwe nekin. Eger heye ev helwest li girtîgehan belav bibe û êdî girtî bibêjin em dê parastina xwe bi Kurdî bidin.”