Polîsan midaxeleya Dayikên Şemiyê kirin: 15 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dadgeha Çaglayan a Stenbolê îro 5emîn rûniştina doza Dayikên Şemiyê tê kirin ku 46 kes di çarçoveya doze de tên darizandin, lê berî rûniştinê polîsan midaxeleya girseyê kir û 15 kes desteser kirin.

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez ragihand ku Dayikên Şemiyê berî doze xwestin li pêşiya Dadgeha Çaglayanê daxuyaniyekê bidin lê polîsan rê nedaye wan û midaxele kir.

Peyamêrê me diyar kir ku di encama midaxeleyê de herî 15 kêm kes hatine desteserkirin ku Serokê Partiya Çep Alper Taş jî di nav de ye.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez, navên hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Alper Taş, Faruk Eren, Yalçin Kose, Meriç Eyuboglu, Efkan Bolaç, Gulseren Yolerî, Ugur Tuncar, Murat Akbaş, Umit Sezer, Nevroz Borcuingllun û Cîhan.. .

Di sala 2018an de ji ber çalakiya rûniştinê ya Dayikên Şemiyê ya 700emîn 46 kes hatibûn desteserkirin û doza derbarê wan de berdewam e.

Îro 21ê Îlona 2022ê li Dadgeha Çaglayanê 5emîn rûniştina dozê tê kirin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û dibêje: “Berî rûniştina dozê me xwest li pêşiya Dadgeha Çaglayanê daxuyaniyekê bidin lê ev bi hinceta biryara Qeymeqamtiya Kagithane tê astengkirin. Parêzerên me û yên îro tên darizandin jî di nav de herî kêm 14 hevalên me hatin desteserkirin. Ne li Galatasarayê ne jî li Çaglayanê kes nikare mafên me yên destûra bingehîn asteng bike. Mafên me yên destûrî nayên astengkirin! Hemû girtî divê demildest bêne berdan.”

 Di vê dozê de kes girtî nayê darizandin û di çar rûniştinên berê de ti encameke derneketibû.