Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê îro dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê biryar e îro li Enqereyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan bicive.

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, îro demjimêr 15.00 bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê dicive.

Di rojeva kabîneyê de hevdîtinên hikûmetê û sendîkayên fermanberan ên ji bo zêdekirina mûçeyan û mijarên aboriyê dê bêne nirxandin.

Di civînê de aloziya di navbera hêzên Neteweyên Yekbûyî û hêzên Tirkiyeyê de ya li Qibrisê, şerê Rûsya û Ukraynayê û rêkeftina dexlûdanê û mijara internet û kompîtera belaş û telefonên bêbac a ji bo ciwanan jî dî bê gotûbêjkirin.

Herwiha yek ji rojevên girîng ên kabîneyê weberhênan û sermayeya biyanî ye.

Tê çaverêkirin, Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke medyayî saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.