Otobusa rêwiyan derbasî aliyê din ê rê bû: 12 mirî, 19 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sorgunê ya Yozgatê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan ji rê derket.
Di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.
Otobuseke rêwiyan a ku ji Sêwazê ber bi Stenbolê ve diçû li ser rêya Sêwaz-Yozgatê ji kontrolê derket û derbasî aliyê din ê rê bû.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û AFAD çûne cihê bûyerê.
Di qezayê de destpêkê 11 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Herwiha kesekî birîndar jî tevî hemû mudaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
19 birîndar birin nexweşxaneyên Yozgat û Sorgunê, rewşa yekî ji wan giran e.