Li Kocaeliyê 46 koçber hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 46 koçber bo welatên wan paş de hatin vegerandin.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê zexta li ser koçberan zêde bûye û hejmara koçberên têne dersînorkirin zêdetir bûye. Parêzgariya Kocaeliyê ragihand, tekoşîna li dijî koçberiya neyasayî bi awayekî çalak berdewam dike.

Di çarçoveya xebatên rêgirîkirina koçberiya neyasayî de li parêzgeha Kocaeliyê û parêzgehên derdorê di operasyonên hêzên emnî de 46 koçber hatin desteserkirin û bo Navenda Paşde Vegerandinê ya Gundogduyê ya Îdareya Koçê ya Bajêr hatin radestkirin.

46 koçber piştî karûbarên fermî bo welatên wan hatin dersînorkirin.