Karsazên Kurd gilî dikin: Dewlet deynên xwe nade

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê dewlet ji sala 2010an ve di stokên xwe yên deynan de barê xwe gelek giran kiriye. Deynê dewletê yê navxweyî di sala 2010an de 353 milyar lîre bû lê niha ev deyn gihiştiye 600 milyar lîreyî.

 

Tenê li Amedê hezar û 600 mutahîdên ku ji dewletê re dixebitin hene û piraniya wan ev 5 meh in ku nikarin deynê xwe ji dewletê bistînin.

 

Nedîm Şîmşek jî yek ji wan karsazan e ku ji dewletê re avahiyên fermî çêdike. Li ber destê wî 500 karker dixebitin. Lê ji ber ku ew nikare ji dewletê deynê xwe bistîne, nikare deynê xwe yê bankayê jî bide.

 

Nedîm Şîmşek ji Rûdawê re diyar kir: “Hindik maye gelek mutahîd xwe bikujin, hin ji wan birevin û hin ji wan jî top bavêjin. Hindik maye. Di destê hikûmetê de çi heye niha bila bike. Milet di zehmetiyeke mezin de ye. Em di zehmetiyeke mezin de ne. Jixwe aboriya Amedê hemû li ser înşeatê ye. Ger ev jî têk biçe, aboriya Amedê dê bi temamî têk biçe.”

 

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê jî hewl dide ji endamên xwe yên ku nikarin deynê xwe ji dewletê bistînin re çareyek bibîne. Lê heta niha tu çare nedîtiye. Li gorî rêveberên odeyê, bi sedan endamên wan ên ku ji ber vê pirsgirêkê di qeyraneke aborî de ne hene.

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya eşkere kir: “Ger hikûmet hin gavên radîkal navêje, dê him bibe sedema têkçûna aboriya gelek welatiyên me û him jî bibe sedema têkçûna gelek kompaniyan. Her ku biçe hêza xelkê ya kirînê jî dê bikeve zehmetiyê. Wisa xuya ye eger pêşî lê neyê girtin dê di destpêka sala 2019an de gelek karsaz li pey hev top bavêjin.”

 

Kar û barên çêkirina dibistan, dadgeh, îdareya taybet, parêzgerî û lêkirina gelek avahiyên dewletê ji aliyê mutahîdên bajarên Kurdan ve tên kirin. Bi dehan hezar karker li ber destê wan karsazan dixebitin û ew jî ji ber vê pirsgirêkê nikarin heqdestê xwe bistînin.