Li 81 bajaran operasyon: 952 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke maddeyên hişbir de li 81 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 952 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlakariyê li 81 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê operasyonek bi navê “Sedsala Nû” ji bo rûbirûbûna maddeyên hişbir pêkanîne.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di wê operasyonê de 6 hezar û 150 kes ji hêzên ewlakariyê beşdar bûne û bi awayekî hemwext li 81 parêzgehan bi ser hezar 250 navnîşanan de girtine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku di operasyonê de bi giştî 952 kes gumana firotin û dabînkirina maddeyên hişbir hatine destseserkirin û herwiha dest bi ser gelek maddeyên hişber çek û teraziyên hestiyar de hatiye girtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, %20ê girtiyên di girtîgehan de ji ber bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber ceza wergirtine. Li gor amarên fermî heta 31ê Kanûna 2022an hejmara girtiyên ji tawanê “bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber” 60 hezar û 258 kes bû, ku 49 hezar û 179 kes ji wan di navbera 1ê Kanûna 2022 - 31ê Kanûna 2022an de hatibûn girtin. Ji kesên ji ber madeyên hişber ceza wergirtine 58 hezar û 823 mêr in û hezar û 435 jin in.

Ji 340 hezar girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hejmara yên ku ji madeyên hişber ceza wergirtine ji 60 hezar kesan zêdetir e û %80ê tawanên madeyên hişber di sala dawî de hatine kirin.