Partiya Edaletê berbijêrê ku dê piştgiriyê bidiyê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Vecdet Oz Serokê Partiya Edaletê, hevkarê Tifaqa ATAyê li ser medyaya civakî ragihand ku wan biryar daye ku piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Piştî hilbijartina serokomariyê derbasî gera duyemîn bû, ewê Hevpeymaniya ATAyê piştgiriyê bide kê bûbû mijara nîqaşê.

Serokê Partiya Edaletê Dr. Vecdet Oz ku partiya wî yek ji pêkhateyên Tifaqa ATAyê ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew dê di hilbijartinên gera duyem ên ku di 28 Gulanê de bên kirin dê piştgiriyê bidin berbijêrê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu.

Vecdet Oz di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe û got “Berî her tiştî girîng e ku em ji hêza heyî rizgar bibin. Her çend awayê vê yekê li gorî îdealên me nebe jî, ew hevalbendek e ku dikare di bin kontrolê de bi hev re tevbigere. Ji ber ku bêalîbûn tê wateya piştgirîkirina nerasterast desthilata heyî.”

Oz amaje bi wê yekê kir ku wan bi Desteya Rêveber a Giştî ya partiya xwe ku ji 50 kesan pêk tên biryar dane ku ew dê piştigiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu û wiha berdewam kir “Biryara me ya fermî dê roja duşemê di serdana birêz Kiliçdaroglu ya bo navenda me dê bê ragihandin.”